Bidarvekirina girtiyekî li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê

16:30 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha îro Sêşemî 20’ê Pûşperê, girtiyê bi navê “Bextiyar Çiraxî” li girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê hate bidarvekirin.

Ev girtiyê han 12 sal berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” ya zêrfiroşê xelkê Ciwanroyê Ebdulah Veysî hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê rayedarên fermî ve nehatiye ragihandin.