Pîranşar; Binçavkirina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:46 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Duşemî 19’ê Pûşperê welatiyekî Kurd bi navê “Îdrîs Nobext” kurê Mehmûd û xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Îdrîs Nobext de ti agahî nehatine bidestxistin.