Li Şinoyê Silêman Şarvêranî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

10:45 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Yekşemî 18`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Silêman Şarvêranî” kurê Ehmed û xelkê “Seyd Abad” Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ev welatiyê han binçavkirine.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Silêman Şarvêranî de ti zanyariyek ber dest tuneye.