Şehla Çûpanî bo girtîgeha ewlehî ya li Sinê veguhastin

10:42 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2023

Welatiya bi navê Şehla Çûpanî ya temen 35 salî û keça Mihemed ji bajarê Seqizê ji bo îfadeyê birin Girtîgeha Ewlehî ya Sinê.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ji dema binçavkirina wê welatiya Kurd ve, rê li ber diyarkirina parêzer û hevdîtina bi malbatê hatiye girtin.

Roja Sêşemî 6`ê Pûşperê, demjimêr 9:00 sibê, hêzên ewlehiyê bi ser mala bavê wê welatiya hanê li bajarê Qewexê de girtin û bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ew binçav kirin.

Xanim Çûpanî ji ber piştgirîkirina serhildana Jin, Jiyan, Azadî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Ev welatiya han di kargeha ferşçêkirinê de dixebitî.