Pîranşar; Gazîkirin û binçavkirina melayekî kurd

10:42 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 19’ê Pûşperê mamosta Omer Îbrahîmî pêşnimêjê Înê yê gundê “Gergola Serê” a Pîranşarê piştî gazîkirina bo îdareya îtla`ata vî bajarî hate binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev mela ji ber ku îzina birêvebirina rêûresma spartina Luqman Acî, endamê Hizba Demokrat ku roja Îrên 16ê Pûşperê ji aliyê destûpêwendiyên hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hatibû terorkirin dabû, bo îtla`ata Pîranşarê hatiye şandin ji ber ku li mizgeftê û beşdarî wê merasîmê bûye, hatiye gazîkirin û şûnda hatiye binçavkirin.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Hêzên ewlehiyê li mizgevta gundê “Gergola Serê” rêgirî li birêvebirina rêûresma Luqman Acî kirin.

Sibeha roja Înê 16’ê Pûşperê, du endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bi navên “Luqman Acî” û “Adil (Serbaz) Muhacr” li Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê destûpêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin terorkirin.