Li Pîranşarê 2 welatiyên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin
                    
                    16:35 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023
                
             
            Sibeha roja Duşemî 19’ê Pûşperê 2 welatiyên Kurd bi navên “Yeqûb Fetahî” xelkê gundê Badînava ya Pîranşarê û “Teyb Ebdullahpûr” xelkê bajarê Şînava ya Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê radestkirina belgeya dadgehê, ev du welatiyên Kurd binçavkirine.
Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên van her du welatiyan de ti zanyariyek tine.
Wêne ji rastê ber bi çepê: Yeqûb Fetahî û Eyûb Abdullahpûr
 
                             
                             
                            