Pîranşar; Binçavkirina Îdrîs Mihemedî Azer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:32 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Şemî 17’ê Pûşperê, welatiyekî Kurd bi navê “Idrîs Mihemedî Azer” temen 30 salî, û kurê Rehman, xelkê gundê “Bavile” a ser bi Pîranşarê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bi bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên derbarê Îdrîs Mihemedî Azer de nîne.