2 sal cezayê girtîgehê ji zaroka Mehabadî Ferhad Nevayî yê 16 salî hate birîn

10:46 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ferhad Nevayî xortê 16 salî û xelkê gundê “Tirşkan” a Mehabadê, ji aliyê dadgeha Cezayên Giran a bo Zarokan a bajarê Mehabadê, bi tohmeta “komkirin û lihevkirina ji bo pêkanîna çalakiyên dijî ewlehiya navxweyî ya welêt" di gel rojên binçavkirina berê bû.

Li gor çavkaniyek agahdar a Kurdpayê; Ev biryar roja Şemiyê 17’ê Pûşperê piştî ku malbata Ferhad Nevayî serdana dadgehê kirbûn, ji navbirî re hatibû ragihandin. Her wiha hukmê ku li navenda çaksaziya Urmiyê ji bo Ferhad Nevayî hatiye dayîn jî hatiye ragihandin.

Vê çavkaniya agehdar ragihand; Ferhad Nevayî di dema binçavkirinê û civîna dadgehê de ji mafê hebûna parêzerê re jî bê par bûye. Her wiha dadgehê ji bo serbestberdana demkî ya Ferhad jî 5 milyar Tûmen barimte diyar kiribû ku malbatê nikarîbû vê barimteyê dabîn bikin.

Ajansa “Mîzan” a ser bi Dezgeha Dadwerî jî nûçeyek derbarê Ferhad Nevayî belav kiriye û nivîsiye: “Dadgeha Cezayên Giran a parêzgeha Mehabadê, li gor belgeyên berdest bi tohmeta şer û pevçûnan, tohmeta beraeta navbirî li gorî naveroka dosyeyê, lêpirsînên ku hatine kirin, îfadeyên bersûcan li gorî yasaya der barê wî de ji ber sûcên komplo û lihevkirina li dijî ewlekariya navxweyî ya welêt 2 sal cezayê girtîgehê kêmkirina cezayê hepsê û sepandina kêmkirina qanûnî û di nav rojên binçavkirinê de cezayê girtîgehê li navenda çaksaziyê hatiye birîn.

Ferhad Nevayî di 27ê Xezelwera sala 1401an de bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.