Mahabad; Seyîd Ebdullah Ehmedpûr piştî danîna barimteyê hat berdan

10:45 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 18’ê Pûşperê, Seyîd Ebdullah Ehmedpûr, birayê Seyîd Kemal Ehmedpûr, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî ji girtîgeha Mehabadê bi awayekî demkî hat azadkirin.

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.

Roja Yekşemî 28`ê Cozerdanê, Seyîd Ebdullah Ehmedpûr 45 salî kurê Seyîd Tahir û xelkê Mehabadê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê li cihê karê xwe li cadeya Menbe ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirinû bo lêpirsînê bo yek girtîgehê ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin.

Ehmedpûr piştî lêpirsînê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin.

Roja Înê 27’ê Xezelwera 1401’an, Seyîd Kemal (Xaliq) Ehmedpûr, birayê Seyîd Ebdullah, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî de li Mehabadê ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da.

Heya niha derbarê sedema binçavkirin û tohmeta Seyîd Ebdullah Ehmedpûr de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.