Şino; Binçavkirina welatiyekî din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

16:35 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha îro Yekşemî 18ê Pûşperê welatiyê bi navê Ebdulkerîm Kakul xelkê gundê Hesen Nûran a ser bi Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bi bî nîşandana belgeya dadgehê di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Derbarê sedema binçavkirin û tohmetên Ebdulkerîm Kakul de ti agahî li ber dest nînin.

Di vê derbarê de, sibeha roja Yekşemî 18’ê Pûşperê, 4 welatiyên Kurd yên bi navên Aram Şaban xelkê Şinoyê, Fexredîn Pûdat xelkê gundê Betiriyan a ser bi Şinoyê, Xidir Ebdullahî Emîrabad xelkê Şinoyê û Osman Hemzezade xelkê gundê Kuroş Abad a ser bi Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.