Nazîla Merûfiyan piştî ku bo dozgeriya Êvînê hat gazîkirin her wir hat binçavkirin

17:22 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja şemî 17’ê Pûşperê, Nazîla Merûfiyan, rojnamevana xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê bajarê Tehranê, piştî ku bo dozgeriya Êvînê hatibû gazîkirin, hate binçavkirin.

Roja Sêşemî 13’ê Pûşperê, vê rojnamevanîê li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîbû ku, hêzên Wezareta Îtilaatê avêtine ser mala wê û dest danîne ser laptop, telefon û tomarkera wê û birine.

Hêzên Wezareta Îtla`atê ji vê rojnamevanê re gotibûn ku divê roja Şemiyê 17ê Pûşperê serdana dadgeha Êvînê bike.

Roja Duşemî 22`ê Cozrdana 1402`an, vê rojnamevanê rûbirûbûna hêza yekîneya taybet û gotinên seksî yên hêzên ewlehiyê ji vê re li şanoya bajêr bi sedema nebûna hicaba bizorê eşkere kiribû.

Roja 30’ê Cozerdanê li çarrêyana Welîesr a Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdanê hatibû.

Ev rojnamevana han di Rêbendana sala 1401`an de, bi tohmeta “propagandaya dijî nizamê” û “weşandina derewan bi mebesta tevlîhevkirina hizra giştî” ji aliyê taya 26 a Dadgeha Şoreşa Tehranê bi serokatiya dadwer Efşarî, bi du sal heps hat cezakirin û bi rêya weşandina hevpeyvîna digel bavê Mehsa Emînî" jî, 15 milyon Tûmen dana pere û 5 sal qedexeya derketina derveyî welat û 2 sal heps bo 5 salan ragirtî hatiye rawestandin.

Roja Duşemî 19`ê Befranbara 1401`an, Nazîla Merûfiyan bi danîna barimteya 600 milyon Tûmenî heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Ev rojnamevana xelkê Seqizê, roja Yekşemî 8`ê Xezelwera 1401`an, li peywendiya digel Emced Emînî bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.