Girtîgeha Urmiyê; Serdozgerî û îtla`ata Pîranşarê rê li girtiyekî siyasî yê Kurd girtin

12:05 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê “Luqman Qadrî” kurê Ezîz xelkê Pesiwê ku di girtîgeha Urmiyê de dimîne, bi sedema nerazîbûna dozger û dezgeha îtla`ata Pîranşarê, mafê derketina derve jê hatiye standin.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragehandiye, dozger û Îdareya Îtla`ata Pîranşarê dayîna asankarî û îzna bo vî girtiyê siyasî bi mercê hevkariya li gel dezgehên ewlekarî kirine.

Ev girtiyê siyasî di nameyekê de ku pêşkêşî Kurdpayê kiriye, daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan dike, ku rewşa girtiyan bişopînin da ku dezgehên ewlekarî û dadwerî berpirsyar bin.

Ev girtiyê siyasî bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” ji aliyê taya 102 ya dadgeha cezayên giran a Pîranşarê ve bi du sal û heft meh û 16 roj heps hatiye mehkûmkirin.

Ev welatiyê han di Pûşpera sala 1401’an de ji yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhestin.

Ev welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.

Roja Pêncşemî 29’ê Rezbera sala 1400’an, hêzên ewlehiyê li ser rêya Pîranşar – Peswê, Luqman Qadrî bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê binçav kirbûn.