Bane: Kolberek ji ber gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Hengejale” birîndar bû

17:39 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Pêncşemî 15’ê Pûşperê, kolberê  bi navê “Mihemed Mizrûyî” xelkê gundê “Bayncan”a ser bi navçeya Banê, bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên  dewleta Îranê li ser sînorê “Hengejale” bi giranî birîndar bû.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê haydarkirina berê rasterast gule berdane vî kolberî û zikê wî bi giranî birîndar bûye.

Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Banê hatiye veguhastin.