Terorkirina du endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê

17:34 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Înê 16’ê Pûşperê, du endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bi navên “Luqman Acî” û “Adel (Serbaz) Muhacir” li Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin terorkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku, sibeha roja Înê 16’ê Pûşperê, çend endamên wê partiyê çûne derdora gundê “Helşo” a ser bi qeza Qeladzê û ev du endam yên partiyê ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve hatin terorkirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, digel şermezarkirina vê kiryara terorîstî ya Komara Îslamî, di daxuyaniya xwe de tekez kir; Maşîna terora Komara Îslamî ya Îranê li dijî çalakvanên siyasî ji berê zêdetir mjûlî pîlandarêjî û derbe lêdane ye .

Her wiha partiya navborî daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku li hember kiryarên terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê helwestê nîşan bidin.

Di Gelawêja sala 1400’an de, Mûsa Babaxanî endamê serkirdayetiya Hizba Demokrat ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve li hotêla “Gol Silêmaniye” a Hewlêrê hate terorkirin.

Ji sala 1359`an ve heya niha bi sedan endam û pêşmergeyên partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, ji wan endamên serkirdatiya partiyên Kurdistanî, ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve li Îraq, Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê hatine terorkirin.