Seqiz; Lêgerîna mala welatiyekî binçavkirî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:41 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Çarşemî 14’ê Pûşperê hêzên ewlehiyê bi ser mala welatiyekî girtî yê bi navê “Hêmn Husênî” xelkê Seqizê girtin û bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê lêgerîn kirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê di dema lêgerîna mala vî welatiyê de, li mobaylên endamên malbata wî geriyan.

Sibeha roja Duşemî 5’ê Pûşperê, Hêmn Husênî bi bê belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê veguhastin.

Heya niha ev welatiyê han ji bo hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re bê par bûye.

Heya niha derbarê sedema binçavkirina Husênî û tohmetên li ser wî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketine.