Newsûd: Ji ber gulebarana hêzên leşkerî yên dewletê çavê kolberek birîndar bû
12:14 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2023
Roja Sêşemî 13’ê Pûşperê kolberekê bi navê “Heman Mehmûdî” xelkê gundê “Kanî Reş” a ser bi Selas Bawecanî ji ber gulleyên hêzên hikûmetê li ser sînorê Newsûdê ji aliyê çavê xwe ve bi giranî birîndar bû.
Hêzên leşkerî yên dewletê bi bê hişyariya berê rasterast gule li wî kolberî reşandin û çav û gelek cihên laşê wî bi giranî birîndar bûn.
Bi sedema giraniya birînan, ev kolber bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Farabî ya Tehranê hate veguhastin.