Nexede; Girtina welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

21:36 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 12’ê Pûşperê welatiyek Kurd ê bi navê “Aso Qelenderî” kurê Ehed ê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdanê hatiye.

Heya dema belavkirina vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirinê û tohmeta Aso Qelenderî de ti agahî nehatine bidestxistin.