Sine; Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûns çarenivîsa Muxtar Mênberî

12:04 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2023

Derbarê çarenivîsa Muxtar Mênberî welatiyê gundê “Niyer” a ser bi Sinê piştî 33 rojan ji binçavkirina demkî agahiyeke berfireh bi dest neketiye.

Li gor çavkaniya agehdar a Kurdapa, tevî şopandina malbata vî welatiyê han ji bo haydarbûna rewşa wî, hêzên ewlehiyê red dikin ku di vê derbarê de bersiveke zelal bidin.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Mênberî bi parêzerekî diyarkirî û hevdîtina bi malbata xwe re hatiye qedexekirin.

Roja Duşemî 8`ê Cozerdanê, Muxtar Mênberî kurê Sabir bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.