Dîwandere; Kuştina keçeke 18 salî ji aliyê birayê xwe ve

11:39 - 5 Hezîran 2023

Roja Şemî 13’ê Cozerdanê keça temen 18 salî ya bi navê “Rojîn Ezîmî” xelkê gundê “Axkend” a ser bi bajarê Dîwandere, ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev keça ciwan ji aliyê birayê xwe ve bi çend derbên çakûçan hatiye kuştin.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Birayê Rojînê bi sedema “hevaltiya bi kurekî re” ew kuştiye.

Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Bav û birayê “Rojîn Ezîmî” piştî vê bûyerê hatine binçavkirin û ti zanyariyên zêdetir li ser vê bûyerê tineye.

Di vê derbarê de, roja Duşemî 8ê Cozerdanê jî, jineke ciwan bi navê “Perestû Şehbazî” xelkê gundê Mîrkî yê ser bi Dêhgolanê ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû kuştin.