Dêhloran; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:38 - 5 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 14’ê Cozerdanê welatiyê bi navê “Areş Yûnisî” xelkê bajarê Dêhloran a ser bi parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên derbarê “Yûnsî” de ti agahî li ber dest nînin.