Li ser sînorê “Zile” yê Bane kolberek ji aliyê leşkerên hikûmetê ve hat kuştin

11:34 - 5 Hezîran 2023

Sibeha roja Duşemî 15’ê Cozerdanê, kolberê Kurd yê bi navê “Hoşyar Hesenpûr” xelkê Bane bi sedema gulleberdana hêzên artêşa Îranê li sînorê “Zile” jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, leşkerên hikûmetê bi bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî.

Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber di vê bûyerê de bi tundî ji ser û singa xwe birîndar bibû û piştî veguhastina wî bo nexweşxaneya Bane canê xwe ji dest daye.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev Kolber bêyî hilgirtina bar ji aliyê leşkerên hikûmetê ve hatiye gulebarankirin.

Di berdewamiyê de vê çavkaniya agehdar diyar kir: Heta niha termê wî Kolberî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Hoşyar Hesenpûr, 20 salî ye, û kurê Letîf e.

Li gor amara tomarkirî li navenda amarê ya Saziya Mafê Mirovan a Kurdpayê, ji destpêka sala 1390’an heya dawiya sala 1401’an, bi giştî Hezar û 956 kolber li Kurdistana Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.