Sine; Arman Mênberî piştî danîna barimteyê, bi awayekî demkî hat berdan

17:01 - 30 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 6`ê Pûşperê, Arman Mênberî karatekarê xelkê Sinê, bi danîna barimteya 800 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Îdareya Îtila`ata vî bajarî hat azadkirin.

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bê par bûye.

Roja Yekşemî 31ê Banemerê, Arman Mênberî piştî ku bo Dadgeha Şoreşê ya Sinê hatibû vexwendin, û her şûna hatibû binçavkirin.

Roja Sêşemî 11’ê Rêbendana sala 1401’an, hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bibê pêşkêşkirina belgeya dadgehê demaku diçû ser kar, binçavkiribûn û roja Çarşemî 10’ê Reşemiya 1401’an, bi danîna barimteyê ji girtîgeha îtla`ata Sinê bi awayê demkî hatibû berdan.

Arman Mênberî, 27 salî, û kurê Qehreman e.

Heya niha derbarê sedema biçavkirin û tohmetên li ser Mênberî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.