Çalakvanê sendîkaya mamosteyan Omîd Şah Mihemedî ji girtîgeha Bîcarê di bin çavdêriya kelepçeya elektronîk de hat berdan

16:59 - 30 Hezîran 2023

Roja yekşemî 4`ê Pûşperê, endamê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê yê Dîwandere û sekreterê biyolojî, Omîd Şah Mihemedî di bin çavdêriya kelepçeyeke elektronîkî de ji girtîgeha Bîcarê hat berdan.

Ev çalakvanê sendîkaya mamosteyan dê dawiya cezayê xwe li derveyî girtîgehê û kelepça pê ya elektronîk derbas bike.

Roja Şemî 19’ê Xakelêweyê ev endamê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê – Dîwandere ji bo cîbicîkirina hukmê girtîgehê bo girtîgeha Bîcarê hat veguhastin.

Di sala 1401’an de, ev xebatkarê sendîkavanî bi tohmta “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî bi rêya endametiya di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” de, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Sinê ve 5 sal hepsa te`izîrî  hatibû cezakirin û piştî dadgeha pêdaçûnê ev ceza  bi 4 sal hepsa ragirtî û salek hepsa te`izîrî veguhast.

Roja sêşemî 8`ê Xermanana 1401`an a Rojî, ev endamê sendîkaya Mamostayên Kurdistanê – Dîwandere, piştî 76 rojan binçavkirina demkî, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata Sinê hat azadkirin.

Ev çalakvanê sendîkaya mamostayan di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.

Roja Çarşemî berwar 25’ê Pûşpera 1401’an, hêzên Întizamî ev çalakvanê sendîkaya mamostayan ji bo rêgirtin ji lidarxistina çalakiya nerazîbûnê ya mamostayan li ber îdareya Perwerdeya Dîwandereyê girtin.

Piştî binçavkirinê ev welatiyê han ji bo îfadeyê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatibû veguhastin.

Omîd Şah Mihemedî roja Duşemî 21ê Xezlwera 2017ê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî çil rojan binçavkirina demkî, bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Paşê ev çalakvanê sendîkavan ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta “çalakiya dijî ewlehiya netewî” bi salek heps hatibû cezakirin.