Hatem Ozdemîr ku welatiyê Kurd ê Tirkiyeyê ye, dîsa şandin Girtîgeha Urmiyê

16:57 - 30 Hezîran 2023

Roja Çarşemî 7’ê Pûşperê, Hatem Ozdemîr welatiyê Kurd yê Tirkiyê, ji girtîgeha îtla`ata Xoyê bo girtîgeha Urmiyê hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê siyasî li girtîgeha îtla`ata Xoyê lêpirsîn jê hatiye kirin û hêzên ewlehiyê gef li wî xwarine ku eger hevkariyê neke dê radestî hikûmeta Tirkiyê bikin.

Roja Înê 2ê Pûşperê Hatem Ozdemîr piştî ku ji bo gazîkirina bo ofîsa nobedariyê, radestî hêzên ewlehiyê hatibû kirin.

Di meha Reşemeya sala 1401’an de, hukmê îdamê yê Hatem Ozdemîr ji aliyê taya 9 a dadgeha bilind bi serokatiya “Qasim Muzînanî” hat betalkirin û doyeya wî ji bo lêkolîna nû ji bo taya paralel a dadgeha Şoreşa Urmiyê hat şandin.

Hatem Ozdemîr kurê Ebdulrehman bi tohmeta “şer li dijî xwedê” ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Xoyê ve bi darvekirinê bi ser de hatibû sepandin û ev ceza roja Sêşemê 24ê Reşemeya sala 1400an bi fermî ji wî welatiyê Kurd yê Tirkiyê li girtîgeha Urmiyê hatibû raghiandin.

Civîna dawî ya li ser tohmeta Hatem Ozdemîr di dawiya demsala Havîna sala 1400’an de li taya yekem a Dadgeha Şoreşê ya Xoyê hatibû lidarxistin.

Hatem Ozdemîr êvara 11.07.2018ê piştî şer û pevçûneke çekdarî di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên binkeya Hemze ya ser bi Spaha Pasdaran li navçeyên sînorî yên Çaldiranê hatbû binçavkirin.

Di vê şerê çekdarî de, ji ber lêdana guleya hawanê ji ser hişê xwe çûbû û piştî binçavkirinê, ev birbûn îdareya îtla`ata Spaha Pasdaran a Urmiyê.

Ev welatiyê Tirkiyê di dawiya Gelawêja sala 2018’an de piştî du mehan lêpirsînê li girtîgeha îtla`ata bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.