Çalakvanê kedkarî Kamran Saxitmanger ji bo taya duyem a lêpirsînê ya Serdozgeriya giştî û Şoreşê ya Sinê hat vexwandin

16:04 - 27 Hezîran 2023

Çalakvanê kedkar Kamran Saxitmanger ji bo taya duyem a lêpirsînê ya Serdozgeriya giştî û Şoreşê ya Sinê hat vexwandin.

Li gorî gazînameya ku roja Duşemî 5’ê Pûşperê ji wî re hatiye îlankirin, ev çalakvanê kedkarî divê di nava 5 rojan de xwe bo taya duyem a lêpirsînê ya Serdozgeriya giştî û Şoreşê ya Sinê bide naskirin û bi tohmeta “civîn û lihevkirina ji bo pêkanîna tebanî li dijî ewlekariya navxwe û derve û propagandaya li dijî hikûmetê” were cezakirin.

Ev çalakvanê kedkarî pêştir bi tohmeta “endamtiya di Komale û propagande li dijî hikûmetê” de, bi 5 sal heps hatibû cezakirin, û piştî ku ev hukm bo 28 mehan hate kêmkirin, roja 1’ê Xakelêweya sala 1402’an, ji girtîgeha Sinê hat azadkirin.