Li bajarê Sewlavayê 3 çalakvanên jîngehparêz hatin binçavkirin

09:52 - 27 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 30ê Cozerdanê, Muhsin Dadger, Seîd Dadger û Yasir Sebirî çalakvanên jîngehparêz ên bajarê Kamiyaranê ku ji bo kontrolkirina agirê daristanên Kosalanê serdana vê devera çiyayî kirbûn, di dema vegerê de ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatin binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, piştî rawestandina otombîla van her sê çalakvanên jîngehparêziyê, hêzên Spaha Pasdaran ji wan re ragihandine ku çûna bo çiyayê Kosalanê qedexe ye û piştre jî bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê ew binçavkirine.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Ev sê çalakvanên jîngehparêzî piştî binçavkirinê bo girtîgeha îtla`ata Şehramfer a bajarê Sinê hatine veguhestin.

Muhsin Dadger û Seîd Dadger birayên hev in.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh li ser çarenivîsa van sê çalakvanên jîngehparêziyê tine ye.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, ji ber topbarana Spaha Pasdaran, mêrgên daristanên çiyayê Kosalanê şewitîn û ziyaneke mezin gihîşt jîngeha vê deverê.