Li Pîranşarê jinek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

09:51 - 27 Hezîran 2023

Roja Duşemî 5’ê Pûşperê welatiya bi navê Sureya Qeyteran keça Osman û xelkê gundê Kanî Mela ya ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana beêgeya dadgehê avêtine ser mala bavê vê welatiya han û ew binçav kirine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Xanim Qeytaran piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.

Sibeha roja Yekşemî 21ê Cozerdanê, Ebdulrehman Qeyteran û Sedreddîn Qeyteran birayên Sureya, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê bitundûtûjiyê di maleke taybet de hatin binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Sureya Qeytran de tine ye.