Seqiz; Binçavkirina zarokekî temen 16 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

12:00 - 26 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 4`ê Pûşperê, zaroka temen 16 salî bi navê “Sîna Heyderî” kurê Cemîl xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser mala bavê vî zarokî û ew binçavkirine.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Tevî daxwaziya bavê zarokê ji dezgeha îtla`atê û dadweriya Seqizê, ti agahî derbarê çarenivîs û cihê ragirtina wî li ber dest nînin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên berfireh derbarê sedema binçavkirina Sîna Heyderî û tometbarkirina wî de nînin.