Pîranşar; Fireydûn Nebî cezayê girtîgehê û cezayê pere lê hat birîn

17:57 - 3 Hezîran 2023

Ciwanê Kurd ê bi navê “Fereydon Nebî” xelkê Pîranşarê ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê li taya 102 a dadgeha cezayên giran a bajarê Pîranşarê, cezayê hepsê û cezayê pere lê hat birîn.

Ev welatiyê han ji aliyê taya du ya dadgeha Şoreşa Mehabadê bi serokatiya dadwer “Emîr Ocaqlû” bi tohmeta “komkirin û lihevkirina li dijî ewlehiya netewî” bi 43 meh heps û bi tohmeta “endamtî yek li partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” bi 35 meh heps û bi tohmeta “propaganda li dijî nizamê” bi 8 meh heps hatiye cezakirin.

Herwisaa “Fereydûn Nebî” bi tohmeta “hilgirtina çeka qaçax û avêtina molotofeke destçêkirî” ji aliyê taya 102 a Dadgeha Tacezayên giran a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Riza Qerhemanî Saetlû” ve bi 6 meh heps û 25 milyon Rîal hatiye cezakirin.

Di van rojên dawî de ev ferman ji vî ciwanê Kurd re hatiye ragihandin.

Roja Sêşemî 19’ê Banemerê ev ciwanê Kurd piştî danîna barimteya 3 milyar Tûmenî bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hat azadkirin.

“Fereydûn Nebî” li şûna birayê xwe “Ferdîn Nebî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dîl hat girtin.

Roja Şemî 6`ê Sermaweza 1401`an, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala malbata “Ferdîn Nebî” û piştî ku nekarîn wî binçav bikin, birayê wî yê biçûk “Ferereydûn Nebî” girtin.

“Fereydûn Nebî” piştî 48 rojan ji lêpirsînê ji girtîgeha ‘tla`ata Urmiyê bo girtîgeha Nexedê hatib[ veguhastin.