Li bajarê Seqizê welatiyekî din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

11:59 - 26 Hezîran 2023

Sibeha roja Duşemî 5`ê Pûşperê, hêzên ewlehiyê welatiyekî Kurd yê bi navê “Hêmin Husêynî” yê xelkê Seqizê binçavkirin.

Li gor çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehiyê demjimêr 1:00 bi şev avêtine ser mala vî welatî û ew binçav kirine.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Husêynî piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Hêmin Husêynî bi terzîtiyê re mijûl e.

Heya niha bi belavkirina vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd tine ye.