Seqiz; Hêzên ewlehiyê ciwanek Kurd binçavkirin

11:57 - 26 Hezîran 2023

Sibeha roja Duşemî 5`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mîlad Fazilpûr” temen 24 salî, kurê Mihemedsalih û xelkê gundê “Milqernî” a ser bi bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlekarî bi bê nîşandana belgeya dadgeh û bi sê otombîlan avêtine bi ser bi gundê “Milqernî” û û ev ciwanê han yê Kurd binçav kirine.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Her di vê heyamê de Mîlad Fazilpûr bo cara sêyem e ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî ciwanê Kurd tine ye.