Rakirina peyva “şehîd” ji ser gora yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya jin, jiyan, azadî ji aliyê Mehabadê Zaniar Ebûbekrî

11:54 - 26 Hezîran 2023

Wezîfedarên Îdareya Îtla`ata Mehabadê peyva “şehîd” ji ser tirba Zaniyar Ebûbekrî ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî û naskirî bi “Zavê Mehabadê” ye rakirin.

Li gor çavkaniyeke haydar bo Kurdpayê, hêzên Îtilaata Mehabadê, beriya danîna kevirê gora Zanyar, gef li malbata Ebûbekrî xwaribûn ku ji nivîsandina peyva şehîd li ser kevirê tirba Zanyar xwe dûr rabigirin.

Roja 5`ê Xezelwera sala 1401`an, Zanyar Ebûbekrî temen 22 salî û xelkê Mehabadê, di xwenîşandanên girseyî yên piştî merasîma cenazeyê Îsmaîl Molûdî de, yek ji qurbaniyên xwenîşandanên xelkê bajarê Mehabadê, bi guleyên rasterast ên hêzên tepeserker hatibû şehîdkirin. Bijîşkê dadwerî diyar kir ku sedema mirina Zanyar qutbûna demarê ji ber goleyên şer bûye.

Di vî warî de, di berdewamiya kiryarên xirabkarane yên hikûmetê de li ser gorên qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî; Destûpêwendiyên dewletê peyva şehîd ji ser tirba Azad Husêynpûrî ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî li Mehabadê ye rakirin.