Kolberekî Kurd li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî, li sînorê “Banê” hate kuştin

00:49 - 26 Hezîran 2023

Demjimêrên şevê yên 3ê Pûşpera 1402 an Rojî, Kolberekî Kurd ê bi navê “Wurya Şerîfî” yê xelkê gundê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar bi “Kurdpa”yê re, hêzên leşkerî yên hikûmetî li sînorê “Hengejal”,  bi bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberî kirine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar ragihandiye: “Ew Kolberê han bi sedema berkevtina gulle bi serê wî, demldest canê xwe ji dest daye”.

Termê wî kolberê Kurd bo nexawşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de jî, sibêdeha roja Duşemî 15`ê Cozerdana 1402 an Rojî, kolberekî xelkê bajarê Bane yê bi navê “Huşyar Hesenpûrî” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî” li sînorê “Zile”, canê xwe ji dest da.