binçavkirina welatiyekî xelkê Avdnanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:40 - 24 Hezîran 2023

Roja Înê 2’ê Pûşperê welatiyê Kurd yê bi navê “Vehîd Çavran” xelkê bajarê Avdanan a parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han dema derkevtin ji welêt bi bê nîşandan belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Vehîd Çavran bi sedema beşdarîkirina di xwenîşandanên serhildana Jin, Jiyan, Azadî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di bin çavdêriyê de bûye.

Hêzên ewlehiyê ji bo binçavkirina vî welatiyê Kurd çendîn caran avêtine ser mala wî, lê di binçavkirina wî de bi ser neketibûn.