Seyîd Ebdullah Ehmedpûr bo yek ji navendên ewlehiyê li bajarê Urmiyê hat veguhastin

10:54 - 24 Hezîran 2023

“Seyîd Ebdullah Ehmedpûr”, birayê “Seyîd Kemal Ehmedpûr”, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya bajarê Urmiyê hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, “Seyîd Ebdullah” roja Pêncşemî 1ê Pûşperê ji malbata xwe re ragehandiye ku bo Urmiyê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par e.

Roja Yekşemî 28`ê Cozerdanê, “Seyîd Ebdullah Ehmedpûr” temen 45 salî, kurê “Seyîd Tahr” û xelkê Mehabadê, bi bê nîşandan belgeya dadgehê, li cihê karê xwe li kolana “Menbe`i” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Roja Înê 27’ê Xezelwera 1401’an, “Seyîd Kemal naskirî bi (Xaliq) Ehmedpûr”, birayê “Seyîd Ebdullah”, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li Mehabadê ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest da.

Heya niha derbarê sedema binçavkirin û tohmetên “Seyîd Ebdullah Ehmedpûr” de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.