Li bajarê Ecebşêrê serbazekî Kurd xwe kuşt

10:23 - 24 Hezîran 2023

Roja Sêşemî 30ê Cozerdanê, serbazê Kurd yê bi navê “Xaliq Ehmednejad” kurê Se`idî û Fateme xelkê gundê Gamiş Gulî ya Bokanê li yek ji baregehên leşkerî yên li Ecebşêrê dawî li jiyana xwe anî.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev serbaz bi çekek rêkxistinî xwe kuştiye û sedema rast ya xwekuştina wî nehat zanîn.

Di vê derbarê de, roja Yekşemî 31’ê Banemerê, serbazekî din yê Kurd yê bi navê “Mehmûd Areş” kurê Ebdulkerîm xelkê gundê “Axgol” a ser bi bajarê Makûyê, li baregeha leşkerî ya “El-Mehdî” a bajarê Urmiyê de, xwe kuşt.

Wezîfeya serbazî di Komara Îslamî ya Îranê de bûye barekî ducarî û bê însaf ji bo gelek malbatan, bi taybetî ji bo malbatên kêm dahat. Her zilamek piştî ku temenê wî bigihêje 18 saliyê, divê bi zorê wezîfeya serbazî derbas bike. Ger guh nedin vê yasayê, xwendekarên kur dê ji xizmetên civakî û mafên welatîbûnê yên wekî kar, berdewamiya xwendinê, xwedîbûna bîmeya pizîşkî, wergirtina baweriyanemaya karsaziyê û gelek tiştên din bêpar bimînin û dibe ku werin girtin. Li Îranê serbazan û serbaziya bizorî her tim weke keda erzan û bi mûçeyên kêm tên bikaranîn.