Marîwan; Daristanên “Kanî Qolican” dişewitin

16:20 - 22 Hezîran 2023

Encumena Kesk a Çiya Merîwanê di raporekê de ragehand ku, şewata li daristanên “Kanî Qolican” êpiştî derbasbûna zêdetir ji 38 demjimêran hîna jî agir berdewame û ber bi daristanên gundê “Bîlû” ve diçe.

Şewata daristanên “Kanî Qolican” li rojavayê bajarê Merîwanê û li “Behrdereşe” roja Sêşemî 30 Cozerdanê, ji cihê meşqa artêşê û piştî lidarxistina manorekê dest pê kiriye.

Encumena Kesk a Çiya Merîwanê diyar kir ku her sal û di vê demsalê de piştî manhora leşkerî ya li vê herêmê şewatek mezin derdikeve û bi hiktar daristan tê şewitandin.

Vê Encumena jîngehparêzî rexne li saziyên hikûmetê girt û ragihand: “Tiştê ku ji her kesî re sosret e û heya niha ti fermandeyekî leşkerî û fermandarekî meydanî di vî warî de nehatiye lêpirsîn û cezakirin, ew e ku di vê demsala ziwa de û li cihekî daristanî de manhorên wiha tên lidarxistin! Çima bi zanîn ku piştî lidarxistina manhorên bi vî rengî şewatên daristanan çêdibin, lê hêzên artêşê bi tevahî aramî vedigerin baregehê n xwe û pişta xwe didin agirê ku xwe hildiweşînin."

Encumena Kesk Çiya daxwaz ji berpirsên ewlehî û întizamî yên bajêr, dadgeha leşkerî û berpirsên din yên peywendîdar kir ku bikevin nav vê mijarê û cihê gulebaranê ya navborî bigrin û rê li dû dûbarebûna karesatên bi vî rengî bigirin.