Cezaya sepandî bi ser Mihemedtariq Husênî, li dadgeha pêdeçonê hate erêkirin

16:09 - 22 Hezîran 2023

Cezayê sepandî ya 3 sal girtîgehê bi ser xwendekarê zanista olî yê xelkê “Ciwanro”yê “Seyîd Mihemedtariq Husênî” li taya 14 a dadgeha pêdeçon a bajarê Kirmaşanê, her wek xwe hate erêkirin

Ew xwendekarê zanista olî li 21`ê Reşemeya 1401 a Rojî li dadgehîkirinek 20 deqey de ji aliyê taya 4 a dadgeha Şoreş a bajarê Kirmaşanê ve bi tohmeta “Hevkarî digel Partiyên dijberî hikûmeta Îranê û propagende li dijî nizamê” 3 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

“Seyîd Mihemedtariq Husênî” roja Yekşemî 9`ê Rêbendana 1401 a Rojî, bi bê nîşandana belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo jêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtia`at a bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina wî welatiyî de şûşeyên derê mala wî şikandibûn û dest danîbûne ser mobayla wî.

“Seyîd Mihemedtariq Husênî” piştî 10 caran jêpirsînê, li 23`ê Sermaweza 1401 a Rojî, bo girtîgeha Dîzilava ya bajarê Kirmaşanê hatibû veguhastin  û roja din bi danîna barimteyê bi awayê demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Ew welatiye li heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî û hevdîtin digel mabata xwe, bêpar bûye.

“Seyîd Mihemedtariq Husênî”, temen 30 salî û kurê “Seyîd Mihemedsadiq Husênî û Xawer Şemsî”yê ye.