Mehabad; Girtina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

17:54 - 3 Hezîran 2023

Roja Pêncşemî 11’ê Cozerdanê ciwanê Kurd ê bi navê “Kavyan Molodî” temen 18 salî û kurê Omer xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana begleya dadgehê ji “Kavyan Molodî”re  navirî di dema ku ji Bokanê vedigeriya, li deriyê Mehabadê binçavkirine.

Vê çavkaniya agahdar got jî: Piştî şopandina malbata “Molodî” û serdankirina awn bo saziyên ewlehiyê, ji wan re ragihandin ku kurê wan ji ber amadebûna wî li ser gora Simko Molodî, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan Azadî”, di gel ala Kurdistanê binçavkirine.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: “Kavyan Molodî” di girtîgeha Mehabadê de ye û tê pêşbînîkirin ku dosyeya wî bo dadgeha vî bajarî were şandin.

Hevjînê Îsmaîl (Semko) Molûdî Kawîan Molûdî yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya jin, jiyan, azadî ye.

Êvariya roja Çarşemî 4’ê Sermaweza 1401’an, “Îsmaîl naskirî bi (Simko) Molodî” temen 35 salî, û kurê Ebdulqadir, di xwenîşandanên seranserî yên bajarê Mehabadê de, bi sedema gulebarana hêzên serkutker, jiyana xwe ji dest da.