Binçavkirina bavê Sarîna Sa`idî Haşim Sa`idî ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî

16:20 - 19 Hezîran 2023

Bavê “Sarîna Sa`idî” “Haşim Sa`idî” ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, jiyan, Azadî ye, hê jî li girtîgeha Bokanê girtî ye.

Li gor gotina yek ji xizmên “Sa`idî”, tevî dabînkirina barimteyê jî, dadgeh razî nebûye ku navbirî bi awayê demkî were berdan.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: “Haşim Sa`idî” di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzerê diyarkirî û serdana malbatê re jî bê par bûye.

Êvara roja Înê 19`ê Cozerdana sala 1402`an, “Haşim Sa`idî” tevî malbatên qurbaniyên Sine, Dêhgolan û Dîwandere, piştî merasima li ser gorên qurbaniyên serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Kurdistanê, li gosristana Ayçî a Seqizê û Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li deriyê hundirîn yê bajarê Seqizê hatibû binçavkirin.

Di 5’ê Xezelwer a sala 1401’an de, Sarîna Sa`idî, 16 salî û zaroka Haşim, di kombûnên protestoyî yên roja 4’ê Xezelwer a sala 1401’an de, ji ber lêdana hêzên serkutkar û lêdana derba batûmê  li serê wê, tûşî xwînrijiya mejî bibû û piştî ku rojekê li nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.