Sine; Çalakvana kedkarî Hacer Saîdî piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî hat berdan

13:11 - 19 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 28`ê Cozerdanê, “Hacer Seîdî”, çalakvana kedkarî ya xelkê Sinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji navenda çaksaziya vî bajarî hat azadkirin.

Êvariya roja Çarşemî 27`ê Banemer; ev xebatkara kedkaran tevî komek ji xebatkarên kedkariyê, ji bo bîranîna “Homan Ebdullahî” yek ji qurbaniyên serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, serdana mala bavê wî kiribû. Hêzên ewlehiyê bi bê ku belgeya dadgehê nîşan bidin, avêtin ser mala “Ferşîd Ebdullahî” û bi tundî ew binçavkirin.

“Seîdî” ji bo jêpirsînê birin girtîgeha ‘tla`ata Sinê û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo navenda çaksaziyê ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Heya niha derbarê tohmetên li ser vê çalakvana kedkariyê, ti zanyariyên berfireh bi dest nin.

Di Tebaxa 2019an de, “Hacer Seîdî” bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, beşdariya di karên neqanûnî de, ji aliyê taya 1 a Dadgeha Şoreşê ya Sinê bi serokatiya dadwer “Seîdî”, bi têkliyên bi çalakvanên kedkariyê re" bi 5 sal heps tezîrî ji bo heyama çar salan hatibû cezarkirin.