Mehabad; Birayê Seyîd Kemal Ehmedpûr ku yek ji qurbaniyên serhildana şoreşê ye ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

13:10 - 19 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 28’ê Cozerdanê welatiyê Kurd yê bi navê “Seyd Ebdullah Ehmedpûr” temen 45 salî kurê Seyîd Tahr û xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han li cihê kar li ser cadeya menbe`i ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi bê nîşandan belgeya dadwerî hatiye binçavkirin.

Roja Înê, 27’ê Xezelwera 1401’an, “Seyîd Kemal naskirî bi (Xaliq) Ehmedpûr”, birayê “Seyîd Ebdullah”, di serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, li Mehabadê ji ber gulebarana hêzên serkutkar jiyana xwe ji dest da.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser vî welatî tine ye.