Sine; Welatiyekî Kurd bi danîna barimteyê hat berdan

13:09 - 19 Hezîran 2023

Roja Yekşemî 28’ê Cozerdanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Şoreş Mihemedpûr” kurê Haşim û xelkê gundê “Tengîsar”a ser bi bajarê Sinê, piştî danîna barimteyê ji girtîgehê hat azadkirin.

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer re bê par bûye.

Roja Yekşemî 7`ê Cozerdanê, hêzên ewlehiyê ev welatiyê 36 salî bi bê nîşandan belgeya dadgehê, li cihê karê wî de ev binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata Sinê veguhastibûn.

Heya niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina “Mihemedpûr” de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.