Pîranşar; Derxistina mamostayekî kurd ji mizgevtê

12:57 - 18 Hezîran 2023

Mamostayê Kurd ê bi navê “Seyîd Mihemed Emîn Parsa”, pêşnimêjê Înê yê mizgefta Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji mizgeftê hat derxistin.

Li gorî çavkaniyekê, ew mamostayê Kurd bi sedema piştevanîkirina ji serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadî, ji mizgefta Pîranşarê hatiye derxistin.

Vê çavkaniyê zêde jî kiriye ku: Derxistina Mamoste “Seyd Mihemed Emîn” ji aliyê Spaha Pasdaran ve ji aliyê ajanên vê rêxistinê ve li bajarê Pîranşarê bûye sedema nerazîbûna xelkê vî bajarî.

“Seyîd Mihemed Emîn Parsa” di daxuyaniya zana û rêberên rûhanî yên Pîranşar û deverê de, piştigîrî da bi serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan û Azadiyê.