Di encama şopandina hêzên leşkerî de li herêmên sînorê Newûdê kolberek birîndar bû
11:55 - 18 Hezîran 2023
Roja Yekşemî 27`ê Cozerdanê, kolberekî bi navê “Muxtar Kûyk” xelkê Merîwanê piştî ku ji aliyê hêzên leşkerî ve li navçeyên sînorî yên Newsûdê hatibû şopandin, ji bilindahiyê ketibû, û birîndar bû.
Di vê bûyerê de ev Kolberê han pişta wî bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî rakirin nexweşxaneya bajarê Sinê.
Hat ragihandin ku rewşa giştî ya “Muxtar Kûyk” giran e.