Sine; Çalakvanê kedkariyê Burhan Saîdî bi danîna barimteyê hat berdan

16:48 - 17 Hezîran 2023

Roja Şemî 27’ê Cozerdanê, “Burhan Seîdî”, çalakvanê kedkariyê yê bajarê Sinê, piştî danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha bajarê Sinê hat azadkirin.

Ev çalakvanê kedkariyê di dema binçavkirinê de ji hebûna mafê parêzer jî bê par bûye.

Roja Pêncşemî 28’ê Banemerê ev çalakvanê kedkarî piştî gazîkirina bo Îdareya îtla`ata bajarê Sinê hate binçavkirin.

Heya niha derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser “Seîdî” de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.