Quntarên daristanên çiyayê Kosalanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve hatin şewitandin

12:00 - 17 Hezîran 2023

Roja Înê, 26ê Cozerdanê, Spaha Pasdaran beşek ji daristanên devera parastî ya Çiyayê Kosalan şewitandin.

Piştî şewitandina beşek ji daristanên li quntarên çiyayê Kosalan, Spaha Pasdaran rê nedan welatiyên wê deverê agir vemirînin.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, Sapaha Pasdaran bi hinceta hebûna hêzên partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê li çiyayê Kosalan û lidarxistina meşqa leşkerî, ev devera çiyayî topbaran kiriye û ziyaneke mezin gihandiye jîngeha vê devera Herêma Kurdistanê.

Herêma Kosalan û Şaho bi rûbera 57 Hezar û 236 hiktarî di navbera bajarên Servava, Merîwan û Kamiyaran û sînorê Kurdistana Iraqê de hilkeftiye û li gorî biryara hejmar 303 ya Desteya Bilind a Jîngehê di sala 2008’an de weke herêmeke parastî hatiye qebûlkirin.

Li vê herêmê 117 cureyên firînde, 23 cureyên guhandar, 17 cureyên xişokan û 242 cureyên riwekan hatin tesbîtkirin.