Du welatiyên Kurd bi heft sal û du meh heps hatin cezakirin

11:22 - 17 Hezîran 2023

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Mihemed Îsmaîlî” û “Îsmaîl Mehmûdpûr” xelkê Pîranşarê ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Emîr Ocaqlû” bi giştî 7 sal û 2 meh heps ji wan re hat birîn.

Dadgehê van her du welatiyan bi “bi endamtiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê û çalakî li dijî ewlehiya netewî” tohmetbar kir û li ser vê biryarê, “Mihemed Îsmaîlî” bi du sal û 8 meh heps û “Îsmaîl Mihemedpûr” jî bi 4 sal û 6 meh hepsa teizîrî ceza kiriye.

Ev hukm roja Pêncşemî 25`ê Cozerdanê bi fermî ji van her du welatiyên Kurd re hatiye ragihandin.

“Mihemed Îsmaîlî” di meha Rezber a sala 1401`an de bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin.

Rêzdar Esmaîlî piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo zîndana Neqdeyê hat veguhestin û piştî danîna kefalet di Çileya Paşîn a sala 1401`an de bi awayekî demkî hat azadkirin.

“Îsmaîl Mehmûdpûr” di Sermaweza sala 1401’an de, bi bê nîşandana belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê hat veguhastin.

“Mehmûdpûr” piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û di Xezelwer a sala 1401`an de bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû berdan.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Îsmaîl Mehmûdpûr û Mihemed Îsmaîlî