Ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ve 3 sal cezayê girtîgehê li Bapîr Berze hate birîn

11:21 - 17 Hezîran 2023

“Bapîr Berze”, girtiyê siyasî yê berê xelkê gundê “Çiyane” a Pîranşarê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Emîr Ocaqlû” bi sê sal heps hat cezakirin.

Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ev girtiyê siyasî yê berê bi “bi endamtiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê li dijî ewlekariya netewî tohmetbarkiriye.”

Ev hukm roja Pêncşemî 25ê Cozerdanê bi fermî ji “Bapîr Berze” re hatiye ragihandin.

Di Banemera sala 1402’an de, taya 102 a dadgeha Cezayên a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Reza Qehremanî Saetlû” ev welatiyê han bi “têkdana ewlehiya giştî bi rêya beşdariya di serhildanan, aloziyan de ligel binpêkirina norman li gor armancên komên avaker ên li dijî ewlehiya neteweyî" salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Roja Pêncşemî 6`ê Rêbendana sala 1401`an, “Bapîr Berze” ji girtîgeha Nexedê bi danîna barmteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dozê hatibû azadkirin.

Ev welatiyê Kurd, roja Şemî 1’ê Sermawez a 1401’an a Rojî, sêrêyana bajarê Paswê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê, ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû binçavkirin û bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev girtiyê siyasî di heyama binçavkirinê de ji hebûna mafê parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.

Roja Çarşemî 7’ê Rezebera sala 1400’an, “Bapîr Berze” bi danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedê hatibû berdan.