2 sal û mehek cezayê girtîgehê li mamoste Zana Xoşamen hate birîn

10:40 - 17 Hezîran 2023

Mamosta “Zana Xoşamen” xelkê Pasew; yê bajarê Şînabad a Pîranşarê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a Mehabadê bi serokatiya dadwer “Emîr Ocaqlû” cezayê du sal û mehek girtîgehê lê hat birîn.

Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê, ev melayê Kurd bi “bi endamtiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, li dijî ewlekariya netewî tohmetbar kiriye.”

Ev hukim roja Pêncşemî 25ê Cozerdanê bi fermî ji mamusta “Zana” re hatiye ragihandin.

Roja Pêncşemî 28’ê Rezber a sala 1401’an, mamosta “Zana Xoşamen” û hevjîna wî “Sinor Qadrî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin.

Mamosta “Zana” ji bo lêpirsînê bo navendeke ewlehiyê ya Urmiyê hatibû veguhastin û “Sinor Qadrî” hevjîna vî jî piştî du rojan ji binçavkirinê hat berdan.

Di dema binçavkirinê de, ev mela ji hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re bê par bûye.

Mamoste “Zana Xoşamen” piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hatibû veguhastin û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan.

Mamosteyê “Zana Xoşamen” berê melayê gundê “Yûnis Liyan” a Şinoyê, gundê “Kohne Qele” yê Nexedê û gundê “Şêxtan” a Pîranşarê bûye.

Herwiha çend salan li Pîranşarê li Dibistana Zanistên Olî ya Selahedîn Eyûbî mamostetî kiriye.